Li Elkê bûyer mezin bû

Li Elkê bûyer mezin bû

Gêrîlayên HPG’ê ku duh şev êrîşî lojmanên leşkerî û qereqola polîsan ya li navçeya Elka Şirnexê kiribû, di pevçûnê de 10 polîs û leşker hatibûn kuştin, hate diyarkirin ku cenazeyê 3 gêrîlayên HPG’ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji destdane, gel cenazeyên gêrîlayan danîne ser milê xwe û ber bi navenda navçeyê ve birine. Wesayîtên leşkerî yên zirxî pêşiya girseyê girt û dest danî ser cenazeyan. Li ser vê yekê di navbera girse û leşkeran de pevçûn derket. Tê ragihandin ku pevçûn li tevayî navçeyê belavbûye.