Li Elkê piştî pevçûnan serê sibehê gelek tîmên taybet û polîsan di ser gelek malên BDP'yî de girtin. Di serdegirtinan de 4 revêber û endamên BDP'ê hatin binçavkirin. Li navçeya Serêkanî ya Rihayê jî di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê piştî pevçûnên duh ku li gorî çavkaniyên tirkan 10 leşker mirin, îro serê sibehê tîmên taybet û polîsên sivîl di ser gelek malan de girtin. Hate hînbûn ku serdegirtinên serê sibehê destpê kir gelek mal hatin lêgerîn kirin û serdegirtin, her wiha lêgerînên malan berî demjimêrekê dawî bû. Di serdegirtinên malan de Cigîrê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Elkê Ergîn Durmuş, revêberên BDP'ê yên navçeye Alî Ataman û Sabrî Bal, endamê BDP'ê Harun Ataman hate binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan ya navçeyê.
LI SERÊKANIYÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Serêkaniyê şevê din polîsan li taxa Barişê di ser malan de girt. Di serdegirtinên malan de Kemal Robînduz û Hasan Delîktaş hate binçavkirin. Hate hînbûn ku, serdegitinên şev di demjimêr 02.30'an de destpê kir heta demjimêr 05.00'an berdewam kir. Polîsan di serdegirtinan de telefon, kovar, qaset, cd, fotograf qaseyên kompîtûran û qaseya pera ya li mala Kemal Robînduz desteser kirin. Sedema binçavkirina Robînduz û Delîktaş nehat zanîn, hat hînbûn ku ew birin Miduriyeta Polîsan ya navçeyê.