"Bîrdariya Jînê" ya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve ji bo Ozevîn û Ozdemîran li Parqa Ataturkê hate çêkirin bi merasimekê hate vekirin.
Vekirina "Bîrdariya Jinê" ya ji bo Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê Sadî Ozdemîr, birayên wî Salîh Ozdemîr û Sofî Ozdemîr û Serokê Baroya Êlihê yê berê Sedat Ozevîn yên ku di tebaxa 2010'an de li Êlihê dema ku diçûn mudaxeleyekê li şewatê bikin di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan li Parqa Ataturk hate çêkirin hate vekirin.
Bîrdariya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate çêkirin, malbatên Ozevîn û Ozdemîr, parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Ayla Akat û Murat Bozlak, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, şaredarên navçeyên Sêrt û Êlihê, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî vekirinê bûn. Bavê Ozdemîran Suleyman Ozdemîr di vekirinê de axivî û spasî ji hemû kesên tevlî vekirinê bûn kir û diyar kir ku, kesên ev bîrdarî çêkirin zarokên vî gelî ne.
OZEVÎN: AŞTÎ NE BÊDENGIYA LI HEMBERÎ ZILMÊ YE
Hevsera Serokê Baroya Êlihê yê berê Sedat Ozevîn Hulya Ozevîn jî diyar kir ku, bi wesîleya bîrdariyê careke din daxwaza xwe ya aştiyê dubare dikin û wiha got: "Di vî şerî de herî zêde em birîndarin lê em careke din daxwaza xwe ya aştiyê dubare dikin. Ji bîlî mirov çawa hatin kuştin çawa jiyîn girînge. Ji bo aştiyê em dê her tim têkoşînê bidin. Ev mirateyê Sedate. Aşbûn nayê wateya li hemberî zilmê ser tewandin. Çawa ku Sedat, dema Hrant hate kuştin got ew birayê mine, dema Mizgîn hate kuştin parêzvaniya wê kir û li cem hemû kesên dihatin tepisandin cih girt em jî dê li cem kesên tên tepisandin bin. Heta aştiyeke bi rûmet pêk tê ev yek dê wisa be."
'DÊ ROJEKÊ JI AVÊTINA MANŞETAN FEDÎ BIKIN'
Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel jî bertek nîşanî çapemeniya tirk ya ku manşetên "PKK'ê qetilkirin BDP'ê peyker çêkirin" da û wiha got: "Em ketin nava tevgera em dê çawa wan bidin jiyîn. Lê çapemeniya tirk sernûyên 'PKK'ê qetilkirin BDP'ê peykerên wan çêkir' Ez ji kesên ev sernûçe avêtin re tiştekî nabêjim. Heke îro aştî pêk neyê sedem kesên van sernûçeyan diavêjin in. Lê dê rojekê aştî li ser vê axê pêk bê û kesên ev sernûçe nivîsîn dê ji xwe fedî bikin."
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku, li gel bi ser bûyerê re 2 sal derbaz bûn hêj êşan wan nû ye û wiha got: "Hemû mirin bi êşin. Bi xemgînin. Hin caran mirin tenê bi xizmên wan re bî sînor dibin. Hinek mirin civakekê û gelekî bi bandor dikin. Mirina van hevalan jî civakek û gelê Kurd bi bandor kir."
Piştî axaftinina vekirina bîrdariyê pêk hat.