Li Êlihê 7 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê 7 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê, polîsên Tirk destûr nedan meşa ji bo protestokirina 14’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê. Ji ber wê jî pevçûn qewimî. Di encamê de 7 kes hatin binçavkirin. Polîsan di meşê de êrîşê rojnamevanan kirin.

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta kolana Hunerê meşek pêk anî. Di meşê de polîsan bi TOMA û maşineyên zirxê pêşiya girseyê girt û destûr neda girse bimeşe. Ji ber astengiya polîsan bi hezaran kesên di navde Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergin, Hevserokên BDP'ê û rêveberên BDP'ê, Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel jî di nav de xwestin meşa xwe berdewam bikin.

Polîsan êrîşê girseyê kir û di encamê de pevçûn qewimîn û 7 kes hatin binçavkirin.