Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê 6 zarokên ku bi piştgiriya helîkopteran di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 2 zarok jê hatin girtin û şandin girtîgehê.
3 roj berê yekîneyên tîmên taybet û polîsên çevîk bi piştgiriya helîkopteran li taxên Daglioglu û Gulbahçe yên navçeyên Seyhana Edeneyê bi ser gelek malan de girtin. Polîsn di serdegirtina malan de F.Y (13), E.Ş.(17), M.Y. (14), K.N. (13), F.B. (13) û F.D. (16), hatin binçavkirin.
6 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan. Polîsan 6 kes veguhestin dozgeriyê kirin û dozgeriyê piştî îfadeya zarokan girt 4 kes serbest berdan û 2 kes jî bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dîwana dadgehê jî der barê E.Ş. û F.D. de bi îdîaya "Li dijî polîsan deretiye û karê wan asteng kiriye" biryara girtinê da û şandi girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê
Di 8'ê Cotmehê de jî disa O.O, H.Y. û M.K. bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine hatibûn girtin û şandibûn girtîgehê. Di nava 3 rojan de li Edeneyê 5 zarok hatin girtin.