Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê 5 kesên ji heman malbatê, dema bi wesayîtê diçûn Qamişloyê, ji aliyê hêzên rejîma Suriyeyê ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; welatiyên bi navê Hecî Îsa Sîdo (50), Kawa Sîdo, Mihemed Îso Sido, Azad Îsa Silêman û Cihat Hisên Sido dema ji gundê Xennamiyê yê girêdayî Dirbêsiyê bi wesayîta xwe diçûn Qamişloyê, ji aliyê hêzên rejîma Suriyeyê ve hatin rawestandin.
5 kesên li ser riya di navbera Dirbêsiyê û Qamişloyê li nêzîkî xaçerêya Zorê hatibûn rawestin, hatin binçavkirin. Nayê zanîn ka 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birine ku derê.