Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê de ku li dijî Qereqola Oremar a navçeya Gevera Colemêrgê pêk anîn de herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) diyar kir ku çarçoveya serweriya herêma ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê ji aliyê gerîlayan ve hin çalakî hatine lidarxistin û der barê van çalakiyên gerîlayan de ev agahî da:
LI OREMARÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Di 8’ê Cotmehê de di saet 11.00-13.00’an de li dijî qereqola Oramara Geverê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan , 5 leşkerên dijimn jî hatine kuştin, hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Herweha tankek, çeperek û birceke çavdêriyê jî ji aliyê gerîlanê me ve hatiye rûxandin, tankek û konteynerek jî derbe xwariye. Di saet 22.00’an de dijmin du caran kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên xwe skorskyê ji herêmê dûr xistiye.
LI DIJÎ QEREQOLA RÛBAROKÊ ÇALAKÎ
Di 8’ê Cotmehê de di saet 12.00’an de li dijî Qereqola Rûbaroka Şemzînanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, 2 dozer derbe xwariye, di avahiya qereqolê de jî zirar dîtiye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.
LI GEVERÊ ÇALAKÎ
Di 8’ê Cotmehê de di saet 15.00’an de li Geverê li dijî helîkoptereke alav û cebilxanê vediguhezîne ku li Girê Gipê dadiket ji gerîlayên me ve li dijî leşkerên li derdora wê kombibûn çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
BOMBEBARAN
Di 8’ê Cotmehê de di saet 19.00’an de li Geverê li dijî Girê Çetan a bi ser Mergezerêye li dijî leşkerên dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî Çiyayê Çarçelayê û herêma Mêrgezerê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.
GERÎLAYAN RÊ KONTROL KIR
Di 8’ê Cotmehê de di navbera saet 14.30-17.30’an de li ser riya Şemzînan-Geverê li navbera qereqolên Harûna û Durê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 200 wesayit hatiye rawestandin, nasnanme hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê û di derbarê kompolaya 9’ê cotmehê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de herweha keseke bi navê Îhsan Surname yê bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Herweha di vê çalakiyê de di navbera gerîlayên me û wesayiteke leşker di navê de bûn û li hişyariya gerîlayên me ya rawestîne guhdar nekirine pevçûneke demkurt qewimiye. Wesayita reviyaye ketiye qereqola Harûna. Pişt re jî bi embûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûr xistine. Piştî çalakiyê li dijî paleyên Bêmbo ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorskyan leşker hatiye veguheztin.”
LI AMEDÊ KONTROLA RÊ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 8’ê Cotmehê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li ser riya navçeyên Farqîn û Pasûra Amedê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê salvegera komploya 9’ê cotmehê û pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha gel di derbarê nexebitîna li bendava Farqînê de hatine hişyarkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 8’ê Cotmehê de di navbera saet 16.00-18.00’an de li Sertê li dijî herêmê Bamaraşê ya bi ser Çiyayê Herekolê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin û wiha hat gotin; “Di navbera saet 21.00-22.00’an de jî li dijî Deşta Sorê û Bamaraşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”