Li navçeya Cizîrê li dijî qereqolên leşkeran yên sînorê Sûriyeyê êrîşa çekdarî pêk hat.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî qulîbeyên qereqola leşkerî ya sînorê Sûriyeyê êrîşa çekdarî pêk hat. Êrîş di demjimêr 01.30'ê şevê de pêk hat. Piştî êrîşa bi çekên lûledirêj û roketan, gelek polîs û leşker sewqî herêmê hatin kirin. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin girtin.