Li dijî Qendîlê bombebaran: 2 sivîl birîndar

Li dijî Qendîlê bombebaran: 2 sivîl birîndar

Duh bi şev di demjimêr 01:30’an de 6 balafirên artêşa Tirk li Qendîlê carek din cîhûwarên sîvîl kirin hedef. Balafiran bi qasî nîv saetê gundên Silê û Sûredê yên Qendîlê bombebaran kirin. Di encamê de du kes birîndar bûn, 7000 hezar mirîşk telef bûn, xanî û baxçeyên gundiyan ziyanên dîtin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANF’ê Halît Ermîş dane, balefirên şer ên artêşa Tirk şevê din saet di 01.30 gundên Qendîlê bombebaran kirin. Di encamê de 2 kes birîndar bûn û çewlika mirîşkan a gundê Silê bi temamî hate hilweşandin û bi hezaran mirîşkên tê de telef bûn.

Di encama bombebaranê de xwediyê çewlika mirîşkan ê bi navê Salih Mihemed ê ji gundê Silê û di encama bombebaran li hemberî gundê Sûredê de jî kesê bi navê Elî Bapîr bi sivikahî birîndar bûn. Hat ragihandind ku di encama bombebaranê de tevî xanî, bax û baxçeyên gundiyan, gelek wesayît ziyan dîtin û pezên gundiyan jî telef bûn.

Artêşa Tirk herî dawî di 15’ê Tebaxê de bi balefirên şer saet di 23.20 de herêma Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de herêmên jora gundê Bukrîska hat bombebarankirin.

Artêşa Tirk di her carekê de herêmên sivîl dike hedef. Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirkan a 21’ê Tebaxê de jî li gundê Korteka bi ser herêma Qendîlê ya li Başurê Kurdistanê 4 jê zarok, yek jê dayîka ducanî 7 sivîlê Kurd bi awayekî hovane hatin kuştin.

Herî dawî, di meha çileyê de di encama teqîna bombeyek mîsket de kesek jiyana xwe ji dest dabû., Sê kesên bi ser malbata Geliyê Pisaxa ya êla Sindî dema vedigeriya nava erdên xwe yên Dola Marsîsê, dîtin ku erdên wan ji aliyê balefirên şer ve tê bombekirin.

Ji şêniyên gund, şêniyê bi navê Hecî Hisên Ehmed ê 80 salî di encama teqîna bombeya xarî (mîsket) de jiyana xwe ji dest da. Weke tê zanîn artêşa rejîma Tirk bi taybetî ji 17’ê Tebaxa borî û vir ve hema bigire her roj bi ser sedan gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bombeyan dibarînin.