Li dijî nîzamiya qereqolê çalakî: Leşkerek mir

Li dijî nîzamiya qereqolê çalakî: Leşkerek mir

HPG'ê ragihand ku, li navçeya Bazîda Agiriyê gêrîlayan li ser qereqola nîzamiya Ayibegê de girtiye û leşkerek kuştine.

Navenda Çapmenî-Ragihandina HPG'ê destnîşan kir ku, gêrîlayên wan li dijî nîzamiya Qereqola Ayibegê ya ser bi navçeya Bazîda Agiriyê ve çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya tê diyarkirin di 11’ê Cotmehê demjimêr 11.30’an de hatiye pêkanîn leşkerek hatiye kuştin.

Her wiha HPG'ê derbarê êrîşên hewan û obîsan yên artêşa Tirk de jî agahî dan.

Li gorî vê HPG-NÇR'ê ragihandin ku, “ Ji 11'ê Cotmehê ji demjimêr 10.00'an û vir ve li navçeya Gevera Colemergê li dijî Çiyayê Çarçelêyê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi hewan û obusan tê bombebaran kirin. Di heman rojê de ango di 11'ê Cotmehê de di navbera demjimêrên 16.00-17.00'an de herêma Çiyayê Reş ya ser bi Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk ve bi balefirê şer hatiye bombebaran kirin.”

HPG-NÇG'ê balkişand ser ku, “Ji 9'ê Cotmehê û vir ve li dijî herêma Çiyayê Reş ya ser bi Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa Tirk ya dagirker ve bi şev û roj bi obîs û hewana tê bombebaran kirin.”