Li dijî komkujiya li Helebê ji Kurdan bersivek tund

Li dijî komkujiya li Helebê ji Kurdan bersivek tund

Hejmara kesên di encama bombebaran li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk hat de gihişt 20’an û 54 kes birîndar bûn. Meclîsa gel ragihand ku ev êrîş bê bersiv nabmîne. YPG’ê jî hêzên rejîmê yên li derdora Kobaniyê derxist.

Li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî kurd lê dijîn, hejmara kesên di encama bombebarana balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ya duh de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 20’an. Hate diyarkirin ku hejmara birîndar jî 54’e û ji van 24 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatine derxistin, 30 kes jî hîn tên dermankirin. Hate ragihandin ku rewşa 3 kesan giran û xeteriya wan a jiyanî heye.

MECLÎSA GEL: GELÊ KURD LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NAMÎNE

Derbarê komkujiya li Şêx Meqsûd de, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Meclîsa Gel êrîş weke komkujiyeke hovane bi nav kir û weha got: “"Rêjîma Baasî ya dîn û har bûye, êdî bi komkujiyan bersivê dide daxwazên gelan. Bûyera dawî li taxa Şêx Meqsûd rû da aşkere kir ku êdî ti rewabûna rêjîma Esed nemaye. Divê baş were zanîn ku gelê Kurd li hemberî êrîşan wê bê deng nemîne û xwe biparêze."

SÊ ROJ ŞÎN HAT ÎLANKIRIN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî, bi daxuyaniyekê ji ber komkujiya li Şêx Meqsûd 3 roj şîn li seranserê Rojavayê Kurdistanê îlan kir. TEV-DEM’ê nerazîbûnek tund nîşanî rejîma Sûriyeyê da û destnîşan kir ku her çendî telê Kurd xwepêşandanên aşitiyane li dar dixin, lê dixwazin Kurdan ber bi şer ve bibin. TEV-DEM’ê bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî hêzên sivîl ên parstinê bibin û avakirina xweseriyê bixin meriyetê.

YPG’Ê HÊZÊN REJÎMÊ JI KOBANIYÊ DERXIST

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) komkujiya ku duh êvarê li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê pêk hatibû û di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dabû, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Sûriye dê bedelê komkujiya Şêxmeqsûdê giran bide

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê xwîna welatiyên di komkujiyê de hatine qetilkrin, li erdê nehêlin û dê çalekiyên bersivdayînê lidar bixin. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê piştî komkujiyê, hemû hêzên rejîma Suriyeyê yên li derdora bajarê Kobanî mabûn jî derxistine.

DÊ BI MEŞEKÊ BÊ GIRSEYÎ BÊ ŞERMEZARKIRIN

Li Rojavayê Kurdistanê navê “Meşên Înê” ku her hefteyê di bin navekê de tên lidarxistin û vê hefteyê jî dê bi slogana “Ji leşkeriya bi darê zorê re na” bihata lidarxistin, ji ber komkujiya li Helebê hate guhertin. Meş dê ji bo lanetkirina komkujiya Helebê bên lidarxistin.

Komîteyên amadekar ên “meşên îne” derbarê mijarê de daxuyaniye nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê “meşên înê” yên vê hefteyê dibin navê “Ji leşkeriya bi darê zorê re na” bihatana lidarxistin, lê ji ber komkujiya li Taxa Şêx Meqsud a li bajarê Helebê ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû pêkanîn û di encamê de 20 kurdan jiyana xwe ji dest dabû, navên meşan hatiye guhertin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku meş dê ji bo şermezarkirina komkujiya Helebê bêne lidarxistin û banga tevlîbûnê li gel hate kirin.

38 BINÇAVÎ

Rejîma Sûriyeyê di van rojên dawiyê de zextên li ser Kurdan zêde kiriye. Di navabera 2-5’ê îlonê de li Qamişlo û Şamê bi giştî 38 Kurd ji aliyê rejîmê ve hatin binçavkirin. Hêzên rejîmê di 5’ê Îlonê de li Şamê 5 karkerên Kurd girtin binçavan, di heman rojê de li Qamişlo û Dirbesiyê 5 kes, di 3’yê Îlonê de jî li Qamoşli bi hinceta qaçaxên leşkeriyê ne 25 kes hatin binçavkirin. Ciwanên Kurd jî li hemberî vê yekê 8 polîsan binçav kirine. Hinek ji ciwanên Kurd serbest hatin berdan. Dîsa di 2’yê îlonê de li Girkê Legê 3 ciwanên Kurd hatibûn binçavkirin. Kurdan 5 leşkerên rejîmê binçav kirin û rejîm neçar ma ku ciwanên Kurd serbest berde.