Gava ku gerîlayan li ser riya bejahî ya Dêrsîm û Erzînganê kontrola rê dikirin wesayîtek bi lez xwest derbas bibe û wesayît hate gulebarankirin. Li gorî agahiyên yekemîn di wesayîta hate gulebarankirin de yek polîs 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, gerîlayên HPG’ê li ser irya bejayî ya Dêrsim û Erzînganê wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kir. Di dema gerîlayên kontrola nasnameyan dikir wesayîta polîsek jî tê de ya sivîl ranewestiya û xwest ji qadê dûr bikeve. Ji ber vê yekê gerîlayên wesayît gulebaran kir.
Di encam gulebaranê de yek jê polîs 3 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsim.