Li Dêrsimê leşker gefên 'em dê salên 1994'an dubare bikin' dikin

Li Dêrsimê leşker gefên 'em dê salên 1994'an dubare bikin' dikin

Li gundê Xanû yê navçeya Pilûrê ya Dêrsimê leşker û tîmên taybet di ser malan de girtin û gef li welatiyan xwarin. Welatiyan anîn ziman ku, leşker û tîmên taybet gefên 'Em dê dîsa salên 1994'an dubare bikin' li wan xwariye.

Li herêmê operasyonên leşkerî zêde dibin. Bi zêdebûna oprasyonên leşkerî re zext û zordariya leşkerî ya li ser gundiyan jî zêde dibe. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Dîcle DÎHA’yê, leşker û tîmên taybet di ser gundan de digirin û ji gundiyan dixwazin gundên xwe vala bikin. Leşker gefên 'em dê pêkanînên salên 1990-95'an dubare bikin' li welatiyan dixwin. Yek Li gundê Xanû û Kizika yên navçeya Pilûrê ya Dêrsimê ye. Leşkeran di 29'ê Tebaxê de di ser gund de girt û gef li welatiyan xwarin. Leşker û tîmên taybet di ser malan de girt û gefên 'Em dê dîsa salên 1994'an dubare bikin' li wan xwarin. Leşker û tîmên taybetî îdîa kirin ku gêrîlayên HPG'ê ketine gund û di ser gund de girtin. Leşker û tîmên taybet di serdegirtina malan de li malan lêgerîn pêk anîn. Leşkerên ku bi gelek maşîneyên leşkerî di ser malan de girtin, anonsa "Teslîm bibin, derdorê we hate pêçan" û ketin nava gund.

Ev pêkanînên leşker û tîmên taybet salên 1990'an dubare kir. Hin welatiyên rastî vê rewşa balkêş û awarte hatin ji ser hişê xwe çûn. Welatiyên ku rastî vê pêkanîna leşkeran hatin, piştî serdegirtina malan li dozgeriya komarê serlêdana sûc kirin.

'Derdorê we hate pêçan teslîm bibin'

Welatiyê gundê Kizika Pilûrê Gulay Aslan ji ajansa nûçeyan DÎHA’ê re axivî û diyar kir ku, di demjimêr 17.00'ên êvarî de cemsên leşker û tîmên taybet hatin gund û piştî anonsa "Derdorê we hate pêçan, teslîm bibin!" leşker û tîmên taybet ketin nava gund û di ser malan de girtin. Aslan anî ziman ku, leşkeran mala wan pirsî û wiha got: "Leşkeran diyar kirin ku, ‘derbarê wan de îxbar heye’ û di ser mala wan de girtin. Hemû beşên malê û gova me quncik quncik geriyan û lêgerîn pêk anîn. Lê kesekî biyanî li malê nedîtin. Li 2 malên din jî geriyan û lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîn pêk anîn û tu kes li gund nedîtin gefên "Em dê pêkanînên salên 1994'an dubare bikin li welatiyan xwarin" Piştî gef xwarin ji gund derketin.

Hevjîna Gunay Aslan Îbrahim Aslan jî axivî û anî ziman ku, wê demê ew ne li mal bû û leşkeran ji demjimêr 17.00'an heta 20.00'an li gund lêgerîn pêk anîn.

'LI NAVA GUND ÇEK BERDAN HEWA'

Dayîka 3 zarokan ya 55 salî Gultaze Yeleser jî ji DÎHA’yê re axivî û anî ziman ku, leşker û tîmên taybet ji nişka ve dora gund pêça û bi ser malan de girt. Yeleser da zanîn ku, piştî gund dorpêç kirin 10-15 tîmên taybet ketin nava malan û di ser mala wan û 2 malên din de girtin û wiha axivî: "Ji tirsa zarokên me dest bi girî kirin. Jinên ducanî û pîr ji ser hişê xwe çûn. Li gel di destê wan de destûra lêgerînê tune bû jî di ser malên me de girtin û lêgerîn pêk anîn. Min got hûn çima bê destûr lêgerîn dikin. Ger ku lêgerîn hebe bila leşkerên qereqolê bên lêgerîn bikin. Dema min bertek nîşan da û min got hûn çima bê destûr li malan digerin leşkerekî got 'Ne tirsin em dê salên 1994'an dubare bikin' û gef li me xwarin. Dema min got em dê li dozgeriyê serlêdana suc bikin got 'Biçe dozger li tenişta panzêrê ye' û tirs li me firandin.

Yeleser da zanîn ku, piştî lêgerîna li malan zilamên gund li qahvexanê kom kirin û bi zorê girteka 'Di dema lêgerînê de tu tişt nebûye' bi zilaman dan îmzekirin û wiha got: "Dema me çû li dozgeriyê serlêdana sûc kir leşker jî li pişt me hatin. Di salên 1990'an de her roj di ser malan de digirtin û lêgerîn pêk dianîn. Di salên 1996'an de gundê de bi topan dihat bombekirin. "

Welatiya 54 salî Yeter Îlîç jî anî ziman ku, ji tirsan dilê wê hişk bû û ji ser hişê xwe çû. Îlîç destnîşan kir ku dema wê got çi karê we li gund heye leşkeran gotiye îxbara gêrîlayên HPG'ê hatine gund û di ser malan de girtine."

Keyayê Gundê Xanuyê Haydar Îlîk jî anî ziman ku, dema leşkeran di ser gund de girt ew ne li gund bûn û wiha axivî: "Dema leşkeran di ser gund de girt ez li înşaeta li tenişta gund bûm. Piştî min dît leşker hatin gunt ez hatim cem leşkeran û min destûr neda ku bavên ser gund."