Li Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê şewatên daristanê

Li Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê şewatên daristanê

Artêşa Tirk ku ji bejahî û hewa ve Dêrsimê bombebaran dike, şewata daristana ya beriya 5 roje derketibû hêjan didome. Agir ji navendên navçeyan tê dîtin, hate hînbûn ku mudaxeleyî agir nakin. Di encama bombebaranên li Colemêrg û Şirnexê de jî şewat bi herêmên daristanî ketin.

Artêşa Tirk a ku di operasyonên li Bakûrê Kurdistanê tu encaman bi dest naxe, daristanan dişewitîne. Di encama topbarana artêşa Tirk de li Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê darsitan şewitîn û heta niha jî berdewam dike.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, artêşa Tirk ya li navenda Dêrsim û navçeyên Xozat, Pilûr, Pilemuriye û Qisleyê operasyon dabû destpêkirin û herêm ji bejahî dabû ber topan û ji hewayî bi helîkopteran ber bombeyan şewata ku beriya 5 rojan dest pê kir, hêjan didome. Şewata ku 5 roje didome, ti saziyên dewletê mudaxele nekirine, hate ragihandin ku, gundiyên nêzî herêmên çiyayî dijîn bi derfetên xwe mudaxeleyî agir kirine.

GOMAN, ÇIYAYÊ DERA Û GABAR JÎ DIŞEWITIN

Li navçeya Şemizînan a Colemêrgê ku kontrola wê di destê gerîlayan de ye, artêşa Tirk careke din agir berda daristanên çiyayê Gomanê. Yekîneyên topavêj ên artêşa Tirk ên rojek berê li herêmên qûntareyên Gomanê bombebaran kirin û agir bi daristanan ket.

Dîsa, artêşa Tirk du roj berê çiyayê Gabar ê li Şirnexê da ber hewan û toban, di encamê de agir bi daristanan het û heta niha berdewam dike. Di encama şewatê de agir bi bax, baxçe û rezên gundê Dêra ket û darên zeytûnê yên ku bi sedan sal in li wir şîn in, şewitîn.

Her wiha, di encama topbarana ji aliyê Qereqola Akdîzgînê de, agir bi Dêra yê li qûntara çiyayê Dêra yê di navbera navçeyên Cizîr û Basa yên Şirnexê de ketin. Şewata di 29’ê Tebaxê de bi gund ket, li navçeya Cizîrê bi çav dihate dîtin û her der di nava dumanê de mabû. Ev gund di salên 1990’an de hatiye valakirin. Gelek caran Surniyaniyên ji ber zilma dewleta Tirk koçberê Ewropa bûne têne serdana goristana Suryaniyan a li vir.