Li Colemêrgê zarokek bi giranî birîndar bû

Li Colemêrgê zarokek bi giranî birîndar bû

Li navenda Colemêrgê bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd pêk hat, dikan nehatin vekirin û piştî nîvro bûyer dest pê kirin. Di encama pevçûnan de zarokek bi giranî bi bombeya gazê birîndar bû.

Li navenda bajarê Colemêrgê ji ber komploya 9’ê Cotmehê dikan nehatin vekirin. Piştî nivro jî li navendê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn qewimîn.

Ciwana bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re gotin. Polîsan êrîşê girseya ciwanan kir. Ji ber vê pevçûn rû dan. Di encamê de zarokê bi navê E.K. yê 15 salî birîndar bû. Hat diyarkirin ku zarokên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî xeter e.