Li Colemêrgê di encama serdagirtina malan de piranî ciwan 15 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsên Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê serê sibê bi hemwext di ser taxên cuda de girtin. Di serdagirtinan de li malan lêgerîna dijwar pêk hat. Di encama serdagirtinan de piranî ciwan 15 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyata Polîsan ya Colemêrgê.