Li Colemêrgê liv û tevgera hewayî

Li Colemêrgê liv û tevgera hewayî

Tevgera hewayî ya şevê din li navedan Colemêrgê destpê kir berdewam dike û îro jî li navçeya Çelê berdewam kir. Hate ragihandin ku, gelek wesayîtên zirxî ji 20'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor ya Çelê ber bi gundên Serê Sêvê û Erîj ve çûn.

Tevgera hewayî ya şevê din li navenda Colemêrgê destpê kir îro jî li navçeya Çelê berdewam kir. Helîkopterên ji Tûgaya Komando rabûn ber bi Geliyê Zê ve çûn. Serê sibê jî gelek wesayîtên zirxî ji 20'emîn Fermandariya Sînor ya Çelê ber bi gundê Serê Sêvê û Erîj re çûn. Di nava rojê de jî gelek helîkopter ji Çelê rabûn ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûn.