Li Colemêrgê karsaz mirî hate dîtin

Li Colemêrgê karsaz mirî hate dîtin

Li navenda Colemêrgê karsazê bi navê Îhsan Baş biçekê kuştî hate dîtin. Li cihê Baş lê hate kuştin kesek bi lezgînî reviya. Hate îdîakirin ku di bêtêlên polîsan de anonsa "Li cihê întîharê lê pêk hat personelê me yê ku bi lezgînî li cihê bûyerê dûr dikeve bila bê şopandin" hate kirin.

Li gorî agahiyan Karsazê bi navê Îhsan Baş yê ku li kargeha birayê xwe ya li rêya Cûmhûriyetê ya li navenda Colemêrgê mirî hate dîtin. Hate îdîakirin ku, Baş întîhar kir lê hate îdîakirin piştî bûyerê di bêtêlên polîsan de anonsa "Personelê me yê li cihê bûyera întîharê bi lezgînî dûr dikeve bila bê şopandin" hate kirin. Piştî bûyerê polîsan herêm girt û li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin. Cenazeyê Baş ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.