Li Colemêrgê binçavkirina 15 kesan bi daxuyaniyekî girseyî hate şermezarkirin.
Yekîneyên polîsên AKP’ê serê sibê li taxên Colemêrgê di ser gelek malan de girt û 15 kes binçavkiribûn. Serdegirtin bi daxuyaniyeke girseyî hate şermezarkirin. Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Bulent Armut, rêveberên BDP'ê û malbatên kesên hatin binçavkirin tevlî daxuyaniya li ber avahiya BDP'ê pêk hat bûn. Li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt daxuyanî da û operasyona binçavkirinê şermezar kir. Kurt xwest ku, kesên hatin binçavkirin serbest bên berdna.
Kurt bertek nîşanî rêbaza binçavkirinê jî da û wiha got: "Di dema serdegirtinan de pêkûtiyên ji salên 90'an xiraptir pêk tên. Derî û camên malan bi balyozan hatin şikandin. Li ser gel zextên gelek dijwar pêk tînin. Em dixwazin vê yekê bêjin pêkanînên ewlehiyê pirsgirêka Kurd çareser nakin. Gelê Colemêrgê teqez li hemberî hikûmeta AKP'ê serî natewîne."
Kurt da zanîn ku, pirsgirêka Kurd bi zextan nayê çareserkirin û xwest ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re careke din hevdîtin bên destpêkirin.