Li Colemêrgê banga tevlîbûnê mitîngê

Li Colemêrgê banga tevlîbûnê mitîngê

Rêxistina BDP’a Colemêrgê ji bo mitînga sibê li Geverê pêk bê banga tevlîbûnê kir û xwest hemû hemwelatî beşdar bibin.

Rêxistina BDP’a Colemêrgê ji bo mitînga sibê li Geverê bi hişyariya "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" pêk bê, banga tevlîbûnê kir. BDP'ê xwest hemû hemwelatî bi xurtî beşdar bibin. BDP'ê li 15 taxên Colemêrgê xebatên mitîngê meşand û li welatî û esnafan banga beşdariya mitîngê kir.

Di mitînga ku li duryana Girtîgeha Kevin pêk bê, dê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî, parlementerên BDP'ê yên Colemêrgê Adîl Kurt û Esat Canan jî amade bibe.