Li Colemêrgê 4 kes hatin girtin

Li Colemêrgê 4 kes hatin girtin

Li Colemêrgê 4 kesên di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin hatin girtin.

Yekîneyên polîsan di 3'yê cotmehê de li taxa Keklîkpinarê ya Colemêrgê bi ser malan de girt û Ergîn Sonmez, Faysal Erdal û Azad Dundar binçavkiribûn. Kesên hatin binçavkirin bi Halîl Temel ê ku di 4'ê cotmehê de hate binçavkirin piştî karên îfadeyên sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtînê sewqî Dadgeriya Nobedar a Dadgeha Cezayên Sulh hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê 4 bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.