Li navçeya Cizîra Şirnexê şevê din bombeya deng ya bi tesîr avêtin Amedeyiya Ataturk.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gelek dengên teqînê hatin bihîstin. Li gorî agahiyan, komek ciwanên rûpoşkirî şevê din di demjimêr 22.30 de bombeya deng ya bi tesîr avêtin Amadeyiya Ataturk. Piştî teqîna bombeyan di dibistanê de şewat derket. Ekîbên Şaredariya Cizîrê mudaxaleya şewatê kir. Hate gotin ku, di dibistanê de zirarekî mezin pêk hat. Piştî teqînê polîsan derdora navçeyê dorpêç kir.