Li Cizîrê di nav de Fermandariya Garnîzon ya Leşkerî jî heyî bombeyên bibandor avêtin sê cihên cûda.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê duh şev di demjimêrên 22.30 û 23.00’an de hinek kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar bombeyên deng hemxwest avêtin sê noqteyên cûda. Bombeyên deng avêtin Fermandariya Garnîzona Leşkerî ya li Taxa Nûh, Dibistana Seretayî ya Menderes û malekî nêzî Cemaetê. Bombe bidengek mezin teqiya. Piştî teqînê li sê cihan şewat derket. Yekîneyên îtfayê yên girêdayî Şaredariya Cizîrê mudaxeleyî agir kirin û agir temirandin. Di teqîna de windahiyên can çênebûn lê zirara aborî rû da.
Gelek polîs û hêzên taybet bi wesayîtên zirxî veguhestin herêma teqînan, li cihê teqînan hûrkolîn hate kirin.