Li çiyayê Kozma bombebaran û operasyon

Li çiyayê Kozma bombebaran û operasyon

Hate ragihandin ku, helîkopterên ji Alaya Mûşê radibin diçin Çiyayê Kozma yên herêma Zengokê yên Qizilxaça Mûşê bombebaran dikin.

Di demjimêrên serê sibehê de Çiyayê Kozma ji aliyê helîkopteran ve hate bombekirin. Gelek helîkopterên kobrayê ji Alaya Mûşê rabûn û çûn Çiyayê Kozma yên herêma Zengokê yên Qizilxaça Mûşê bombebaran kir.

Hate zanin ku, 5 helîkopter çiya bombe dike û bombebaran didome. Hate hînbûn ku, gelek maşîneyên zirxî jî veguhestin herêmê û operasyon hate destpêkirin.