Li herêmên daristanî yên li Çiyayê Gabar li Şirnexê ji saetên êvarê ve şewat derket û her ku diçe mezintir dibe.
Di saetên danê êvarê de, li çiyayê Gabarê yê li Şirnexê, li herêmên daristanî şewatek mezin derket. Şewata bi herêmên daristanî ketin, ji navenda navçeya Cizîrê tê dîtin û şewat her ku diçe mezin dibe. Het niha ji bo vemirandina şewatê tu mudaxele nehatiye kirin.