Li Çewlîkê di serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê ya berê Suna Kaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan polîsan li Çewlîkê bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê ya berê Suna Kaya, Zeynep Yurtsever, Lutfu Arslan, Fesîh Morkoyun jî di nav de gelek kes hate binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Çewlîkê.