Li Çelê leşker daristanan dişewitînin

Li Çelê leşker daristanan dişewitînin

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê piştî leşkeran ji qereqolê çiya da ber tank û topan, li herêma çiyayî agir bi daristanê ket. Piştî avêtina topan li herêma Şîvagelê li qada rasitanî şewat derket û şewitandina daristanê didome.

Li herêma Şîvagelê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê piştî leşkeran herêm topbaran kir, li qada daristanî şewat derket. Li herêmê piştî di navbera leşker û gêrîlayên HPG'ê de pevçûn derket, leşkeran ji qereqolê herêm topbaran kir.

Piştî avêtina topan li herêma Şîvagelê li qada daristanî şewat derket û şewitandina daristanê didome. Li herêma Bêlatê û Şîvagelê şewata daristanê didome. Li herêma ku ketin û derketin qedexe ye, şewata daristanê belav dibe.