Hate îdîakirin ku, li navçeya Berwariya Sêrtê jinek ciwan ya 15 salî xwekuştiye.
Li gorî agahiyên hatine girtin, hate îdîakirin ku jina ciwan ya binavê S.E 15 salî ku li gundê Besta yê ser bi navçeya Berwariya Sêrtê ve li kolikê daran yê malê bi benik ve daliqandî hatiye dîtin. Cenazeyê S.E piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Berwariyê, şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpê kirin.