Li bejahiya Bedlîsê operasyon

Li bejahiya Bedlîsê operasyon

Yekîneyên girêdayî TSK’ê di demjimêrên sibehê de li gundên herêma Şêx Ciman ku 20 kîlometre dûrî navenda Bedlîsê ye û Daristanên Sixê operasyon da destpê kirin.

Li gorî agahiyan, qasî tabûrekî ku piraniya wan yekîneyên zirxîne ku ji Qereqolên Cendirmeyan yên Kanahdere, Destûmî, Rijlek û Şêx Cimanê, 6’mîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Mekanîze ya Tetwanê, Fermandariya Alaya Cendirmeyan ya Bedlîsê pêkhatî derketin operasyonê. Helîkopter jî tevlî operasyonê bûn.

Operasyona ku di demjimêrên sibehê destpê kir, li herêmên Newala Hekarî, Meydan , Çalka Şîlan û Daristanên Sixê berfireh dibe.

Cerdevanên navçeyên Baykan, Perwarî yên Sêrtê û Mûtkiya Bedlîsê jî tevlî operasyonê bûn. Hate ragihandin ku, bitaybet operasyon di navbera gundên Şatek, Kaşkar û Lerdê herêmên çiyayên daristanî de tê birêve birin. Heya niha ti pevçûna rû ne daye.