Hate ragihandin ku, li gundê Lerd yê girêdayî navend Bedlîsê di navbera gêrîla û cerdevana de pevçûn derket.
Li gorî agahiyan, îro di demjimêrên 17.30’an komek ya gêrîlayên HPG’ê êrîşî çeperên derdora gund kirine. Hate ragihandin ku, gêrîla ketine herî kêm sê çeperên cerdevana, heya niha di derbarê mirî û birîndaran de agahî nehatine girtin.
Hate diyarkirin ku, 3 çeperên ku gêrîlayan lê xistine kîlometreyekê dorî fermandariya Qereqola Cendirmeyan ya Karinca û Rijlekê.
Gelek wesayîtên zirxî veguhestin herêmê, her wiha gelek leşker jî ji Fermandariya Alaya Cendirmeyan ya Bedlîsê û 6’mîn Tûgaya Mekanîze ya Tetwanê veguhestin herêmê.