Li Bedlîsê goreke din ya komî ya tê gotin aydî 24 gêrîlayên PKK’êne hate dîtin. Li gorî gotinên şahidan, di sala 1996'an de di pevçûnekê de 24 gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û bi komî hatin veşartin.
Li Bedlîsê heta niha gelek cihên tê gotin gorên komî lê hene hatin diyarkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya ya Dîcle DÎHA’yê goreke din ya komî ya tê gotin aydî 24 gêrîlayên PKK'êne hate dîtin. Gora komî ya li Çiyayê Xaçereş yê li bejahiya gundê Xaçînana bajaroka Kavakbaşi ya navçeya Motkiyê ya Bedlîsê hate dîtin, tê gotin di sala 1996'an de di pevçûnekê de 24 gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û pişt re jî bi komî hatin veşartin.
Şahidên bûyerê yên bi hinceta ewlehiya navên xwe aşkera kirin têkildarî bûyerê de agahî dan Şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê û pişt re cihê gora komî hate tesbîtkirin. Li gorî agahiyên şahidan daye nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîs Hasan Ceylan di pevçûna li Çiyayê Xeçereş ya navçeya Motkiyê ya Bedlîsê de 9 jê jin 24 gêrîlayên PKK'ê di sala 1996'an de di encama ketina kemînê de jiyana xwe ji dest dan û bi gomî hatin veşartin. Ceylan ji ajansa nûçeyan ya DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku, cenazeyê 24 PKK'iyan li herêmê di 3 calên cuda de hatin veşartin.
HESTÎ LI SER AXÊ NE Û LI SER CILAN ŞOPA GULE Û XWÎNÊ HEYE
Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan anî ziman ku, li gorî gotinên şahidan çûn herêmê û li herêmê hestiyên mirovan li ser axê hebûn û rastî cilên PKK li bejahiyan li xwe dikin hatin. Ceylan da zanîn ku, piştî li herêmê hestiyên mirovan û cilên bi xwîn û şopa guleyan li ser heyî ditîn û pişt re hînî hovîtiyê bûn. Ceylan bilêv kir ku, cenazeyên ayîdî 24 PKK’iyan di calên biçûk de bi komî hatine veşartin. Ceylan destnîşan kir ku, ji ber cenaze bi awayekî baş nehatine veşartin hestiyên mirovan ji aliyê sewalan ve li qadê hatin belavkirin.
ARÎF DOGAN WÊ DEMÊ LI BEDLÎSÊ BÛ
Ceylan diyar kir ku, pevçûna behsa wê tê kirin, wê demê Arîf Dogan Fermandarê Tabura Motkiyê bû. Ceylan anî ziman ku, li herêmê gelek gorên komî hene û li hemberî gora komî ya li Çiyayê Xaçereşê ji mirovahiya xwe şerim kir. Ceylan da zanîn ku, ji hestî û cenazeyan tol nayê hilgirtin lê divê Tirkiye bi rastiya gorên komî re rû bi rû bê.
TÊKILDARÎ KESÊN DI GORA KOMÎ DE AGAHÎ HENE
Ceylan destnîşan kir ku, têkildarî 24 PKK'iyên di gora komî de hatin veşartin agahî bi raya giştî re bên parvekirin û ev yekê dê fêde bide. Ceylan, bilêv kir ku fermandarê koma 24 PKK’iyan Hasan (Kemal) yê ji navçeya Silopî ya Şirnexê bû û ji aliyê gelê herêmê ve tê nasîn.
Ceylan da zanîn ku, ji bo gora komî bê parastin û pişt re bê vekirin dê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.