Li Bedlîsê 3 tir hatin şewitandin

Li Bedlîsê 3 tir hatin şewitandin

Hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê yên rêya Bedlîs-Amedê girtin agir bi 3 tiran xistin.

Li gorî agahiyan, di demjimêrên şevê de gêrîlayên HPG’ê li ser 20’mîn km navbera Bedlîs-Amedê rê qutkirin. Gêrîlayên ku wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kirin agir bi 3 tiran xistin. Piştî ku gêrîlayan demek kurt ji gel re axivî ji herêmê dûrketin.

Hate ragihandin ku, piştî bûyerê liv û tevgerên artêşa Tirk nehate dîtin.