Li Bazîdê serdegirtina malan

Li Bazîdê serdegirtina malan

Polîsên AKP’ê di ser Navenda Şêwirmendiya Jinê û mala cilşûyê ya Şaredariya Bazîdê de girt.

Polîsên AKP’ê di ser Navenda Şêwirmendiya Jinê û mala cilşûyê ya di bin bangê Şaredariya Bazîdê de xebatên xwe dikin de girt. Di serdagirtinê de notirvanê mala cilşûyê Mustafa Adlîn hate binçavkirin. Berpirsa Mala Cilşûyê Civaknas Ozlem Arici jî ji bo îfadeyên wê bên girtin birin Midûriyeta Polîsan.

Arici piştî îfadeyan serbest hate berdan. Hate hînbûn ku, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Bazîdê Mehmet Bîrdal jî hate binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Uluyolê ya navçeyê.