Li Bazîdê êrîşa çekdarî, kesek mir

Li Bazîdê êrîşa çekdarî, kesek mir

Li navçeya Bazîd ya Agiriyê di demjimêrên serê sibehê de kesê binavê Resûl Bozboga (50) dema ku li ser peyarê diçû rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di demjimêrên serê sibehê de dema ku kesê binavê Resûl Bozboga li ser peyara li ber 123’emîn Midûriyeta Herêmê ya li ser rêya Agirî ya navçeya Bazîdê di meşiya rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar ve hat û hate kuştin. Cenazeyê Bozboga bi ambulansê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.