Ser xeta sînor yê navçeya Bazîda Agiriyê, di encama teqîna mayîna ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye bicih kirin 2 zarok birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, li gundê Dagdelen yê Bazîdê zarokên binavê Omer Demîr (17) û Erkan Demîr (13) dema ku li herêma sînor lawirên xwe di çerandin teqînekê rû da. di encama teqîna mayîna ji aliyê artêşa Tirk ve hatî bicih kirin de Omer û Erkan Demîr birîndar bûn.
Hate ragihandin ku, zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.
Waliyê Agiriyê Mehmet Tekînarslan bûyer piştrast kir û da diyarkirin ku, teqîn li Qereqola Takima Sînor ya 70’mîn pêkhatiye. Walî Tekînarslan îdîakir ku, teqîn ji ber sedema ‘di encama herêma mayînkirî ya ku pêwîst ba neketibanê’ rû daye.