Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk hate şermezarkirin

Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk hate şermezarkirin

Bi boneya şermezarkirina êrîşên balefirên artêşa tirk li ser gundên Qendîlê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev li cihê bûyerê civîna çapemeniyê li dar xist. Dr Derbaz diyar kir ku, bi salane dewleta tirk êrîş dibe ser binarê Qendîl û di encam de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û ziyanek mezin li jiyana gelê heremê dibe û wiha got: "Di 21 Tebax 2011'an de dîsa li Kortekê malbatek di nav de 4 zarok 7 kes hebûn hatin qetilkirin. Niha jî di 25 Tebaxa 2012 dîsan balefirên artêşa tirk êrîş kirin û 2 kes birîndar kirin."

Bertekên gelê Başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên artêşa tirk yên li herêmê pêk tîne zêde dibin. Bi boneya şermezar kirina êrîşên balafirên artêşa tirk li ser gundên Qendîl, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev civînek çapemeniyê li cihê êrîşê pêk anî. Li ser navê Tevgerê Dr Derbaz daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku, bi salane dewleta tirk êrîş dibe ser binarê Qendîl û di encam de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û ziyanek mezin li jiyanê gelê heremê dibe.

Dr Derbaz da zanîn ku, di 21 Tebax 2011'an de dîsa li Herêma Kortek malbatek di nav de 4 zarok 7 kesan hatin qetilkirin û wiha got: "Salek şûnde di 25 Tebaxa 2012'an de dîsa balafirên artêşa tirk êrîş birin liser hemwelatiyên sivîl di encamde du kes birîndar bûn û kargehekî mirîşkan ya li gundê Silê bi temamî hate xerab kirin. Dîsa êrîşên li ser gundê Sûredê ji mal, bax û baxçeyên gundiyan ziyan mezin biye."

Dr Derbaz destnîşan kir ku gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê têkoşînek rewa dide û di encamê vê têkoşînê de li Rojavaya Kurdistanê deskeftinek mezin bi dest xistiye. Dr Derbaz wiha berdewamkir: "Îro gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê deskeftên mezin bidest xistiye. Li Rojavaya Kurdistanê şoreşa Kurdan serkeftinek mezin aniye. Herkes dizane îro dewleta herî dijwar li dijî van deskeftan derdikeve dewleta Tirke. Siyaseta dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku, tenê ne li nav dewleta xwe, naxwaze li tu ciha Kurd bibin xwedan deskeft. Bi taybet bi êrîşên li dijî sivîlan jî ev bi zelalî dide diyar kirin." Piştî daxuyaniyê hate xwestin ku hemû partî û saziyên Başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.