Mitînga 1'ê Îlonê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê bi beşdarbûna deh hezaran kesan pêk hat bi dawî bû. Parelementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan gotinên Serokwezîr Erdogan ên "Refên xwe diyar bikin" bi bîr xist û wiha got: "Refa me ji ewil de diyar e, lê refê we ne diyar in. Refa me têkoşîna gelê kurd e, malbatên Roboskiyê ne."
Mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat bi dawî bû. Parlementerên BDP'ê Emîne Ayna, Mulkiye Bîrtane, Husamettîn Zenderlîoglu û Nursel Aydogan, rêveberên BDP'ê, şaredarên Amedê, Dayîkên Aştiyê TMMOB, DÎSK, ÎHD, Hewildana 78'an, Kurdi-Der, Meya-Der, EMEP, ESP, HDK û bi deh hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Di qadê de alên PKK'ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û slogan hatin berzkirin.
ZUMRUT: KURD BI GIRTIN Û KUŞTINAN NAQEDIN
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftina vekirina mitîngê kir û diyar kir ku 30 sal zêde ye gelê kurd têkoşîna azadiyê dide û bi girtin û kuştinan naqedin. Zumrut, anî ziman ku tu kes nikare vîna gelê kurd bişkêne û AKP di bin navê pêşîlêvekirinê de li hemberî şer daye destpêkirin. Zumrut, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gelê kurd jî azad nebe.
Piştî axaftina Zumrut hunermend Rojbîn derket ser dikê û stran gotin.
DAYÎKÊN AŞTIYÊ: KURD JI BO OCALAN XWE FIDA DIKIN
Dayîka Aştiyê Nevriye Kaçar jî diyar kir ku Serokwezîr Erdogan dengê aştiyê nabihîze û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd têkoşîn da û gelê kurd jî ji bo Ocalan xwe feda dike." Piştre Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî û diyar kir ku êdî dem kurt bûye û wiha got: "Bila Enqere, Tahran û Şam bizane ku dema aşîtiyê kin dibe. Di sedsala 21'emîn de gelek bê statu namîne. Gelê kurd teqez dê xwedî statu bibe. Mirin û tecrîd çareserî nîn e. Çareserî muzakere, diyalog û statuya gelê kurd e. Dayîkên kurd her tim aştiyê diqêrin. Ji do leşkeran jî dibêjin ewladê me ne. Hêviya min ji malbatên leşkeran ew ew ku ew jî bêjin gerîla ewladên me ne. Wê demê dê deriyê aştiyê vebibe."
AYDOGAN: REFA ME LI CEM TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD E
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku li Amedê wateya aştiyê tê wateya çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: "Azadiya gelê kurd tê wateya azadiya Birêz Ocalan. Serokwezîr di televizyonan de dibêje 'Pirsigirêka kurd tune ye' PKK dibêje wan operasyona şoreşgerî da destpêkirin. Ez li vir bang serokwezîr û rayedarên AKP'ê dikim. Refa me wê rojê na berê diyar bû. Refa qada îstasyonê li cem kesên tên tepisandin, gelê kurd, têkoşîna azadiya kurdan û dayîkên Roboskiyê ne. Me refa xwe diyar kir. Hûn jî refa xwe diyar bikin. Heke hûn pirsgirêka kurd çareser bikin navnîşan diyar e. Heke riyeke din a çareseriyê hebe em dê bêjin. Heke hûn bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin li ser maseyê li aliyekî Birêz Ocalan li aliyê din dê dewlet hebe. Pirsgirêk incax dê wisa bê çareserkirin."
Pişt re hunermend Servet Kocakaya û Seyda Perînçek derketin ser dikê û bi stranan girseyê coşand.