Li Amedê liv û tevgera hewayî ku serê sibê destpê kiri bû didome. Gelek balafirên şer yên F 16 li ser hev ji balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn. Balafirên şer yên ji 8'emîn Barageha Jetan ya 2'emîn Fermandariya Hêzên Hewayî rabûn nehat zanîn ku bi kijan herêmê ve çûn.