Li semta Seyrantepe ya Amedê kesekî binavê Abdurehman Tîmûçîn, ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve hate gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, Abdurehman û xwişka wî dema ku bi traktorê diçûn tenûran bînin li ser rêya ketina Farqînê ya semta Seyrantepeya navçeya Yenîşehîrê, dema ku tenûr li traktorê bar dikirin rastî êrîşa çekdarî ya kesekî nasnameya wî nediyar ve hat.
Tîmûçînê ku giran birîndar bû, ambûlansa ku hat cihê bûyerê dema ku dibirin Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Kesê qatîl jî bi wesayîtê ji cihê bûyerê dûr ket.