Li Amedê ji bo Azadiya Ocalan kampanya îmzeyan destpê kir

Li Amedê ji bo Azadiya Ocalan kampanya îmzeyan destpê kir

Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, derbarê kampanya îmzeyan ya "Ji Ocalan re Azadî" de li parka Sumerparkê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Platformê beriya daxuyaniyê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Beriya kampanyayê Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna diyar kir ku, hemû kesên alîgirê aştiyê divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwazin.

Platforma Ji Bo Aştiye ji Ocalan re Azadî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwaze li Parka Sumerê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di civîna daxuyaniyê de rêveber û nûnerên BDP, TUHAD-FED, TUHAD-DER, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê KESK û TMMOB'e amade bûn.

Berdevka Platformê Parêzer Eren Keskin, beriya kampanyayê bide destpêkirin diyar kir ku, ji bo agahiya kampanyayê parve bikin û dest bi kampanya îmzeyan bikin li virin û wiha got: "Em wekî platformê dixwazin şer bi dawî bibe. Em dixwazin dawî li polîtikayên şer bên. Ji bo pirsgirêk bi rêbazên aştiyê çareser bibin em kampanya îmzeyan didin despêkirin.

Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Em mifteya çareseriyê Birêz Ocalan dibînin. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin divê 3 daxwazên Ocalan yên azadî, ewlehî û tenduristiyê pêk bên. Ji bo Birêz Ocalan azad bibe, em li vir kampanya îmzeyan didin destpêkirin."

'AZADIYA BIRÊZ OCALAN TÊXIN ROJEVA XWE'

Parlementera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna jî diyar kir ku, li herêmê 30 salin şer didome û bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareserî pêk nayê. Ayna da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel hemû binpêkirinên mafên yên li Îmraliyê û zextên li ser wî dîsa di aştiyê û çareseriyê de israr dike. Ayna destnîşan kir ku, Ocalan her tim ji bo aştî û çareperiyê di nava hewldanan de ye û her tim pêşniyarên aştî û çareseriyê pêşkeş dike. Ayna bal kişand ser, fikarên gelê Kurd û wiha got: "Divê berî her tiştî Reberê Gelê kurd Birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemil Çiçek diyar dike ku, di rojeva wan te Ocalan tune ye. Ji ber vê yekê em dixwazin azadiya Birêz Ocalan têxin rojeva xwe. Pişti ku Nelson Mandela serbest hate berdan aşti û aramî pêş ket." Ayna xwest mînakên cîhanê yên aştî û çareseriyê li ber çavan bên girtin.

Parlementer Ayna destnîşan kir ku, ji bo çareseriya mayine divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan û azad bibe. Ayna da zanîn ku, ji ber endama Platformê Eren Keskîn li Parka Koşuyolu daxuyanî da çapemeniyê derbarê wê de lêpirsîn hate vekirin û dozger ji Eren re gotiye "Qaşo Platforma Çareseriyê" Em jî dibêjin ev ne qaşo ye. Em di piratîk û jiyanê de dixin meriyetê. Em bang li hemû kesên aligirê aştî û çareseriyê dikin û dixwazin her kesên aligirên aştiyê Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin."

‘DIVÊ ÇALAKIYA GIREVA BIRÇÎBÛNÊ BÊ DÎTIN'

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî bal kişand ser çalakiya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine gireva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger û wiha got: "Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 32 rojin di gireva birçîbûnê dene. Lê heta niha rayedaran ev yek nexistiye rojeva xwe. Divê rayedar û cemaweriya Tirkiyeyê vê yekê têxin rojeva xwe.

Piştre Endama Meclisa BDP'ê Ayla Yildirim jî da zanîn ku, îmzeyên ku di kampanyayê de kom kirin dê ji Serokwezîr, Wezîrê Dadê û Serokomar re bişînin. Yildirim, anî ziman ku şer bêyî Ocalan pêş dikeve, lê aştî bêyî Ocalan pêş nakeve. Yildirim xwest her kesên aştiyê dixwaze piştgiriyê bidin kampanyayê.