Li navçeya Yenîşehîr ya Amedê bombeya deng û molotof avêtin dibistana amadeyî, di encama êrîşê de 2 mamosta û xwedekarek birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bombeya deng û molotof avêtin beşa îdareya Amadeyiya Şehîdlik ya navçeya Yenîşehîrê. Di dema bûyerê de di odeya mamosteyan ya bi beşa îdarê ve 2 mamosta û xwendekarek birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Çeşîtlî.