Di encama çalakiya gerîlayan de ya ku îro li herêma di navbera Agirî û Îdirê de li dijî karwaneke leşkerî pêk hat de herî kêm 10 leşker hatin kuştin. Tevgera gerîlayan a li Colemêrgê jî didome.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên HPG’ê îro saet di 08.00 de li Îdirê, li dijî karwana leşkerî ya ku diçû Qereqola Korxanê çalakiyek li dar xistin û di encamê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Sîdar û Şehîd Dîcle” de di 10’ê Cotmehê de (îro) di saet 08.00’an de li Îdirê li dijî karwaneke leşkerî ya ji 2 daggeyigî û jamerekê pêk tê û ber bi qereqola Korxanê ve diçe ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî hat dayîn:
“Piştî çalakiyê li dijî 100 leşkerên dixwestin werin mudaxeleyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek û jamerek hatiye rûxandin, daggeyigiyek derbe xwariye û 10 leşker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.”
GEVER LEŞKEREK HATE KUŞTIN
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê him çalakgeriyên gerîlaya didome û êrîşên artêşa “dagirker” a tirk jî berdewam dike. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di 9’ê Cotmehê de di saet 11.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya ji 10 wesayit û piyadeyan pêk dihat û ji qereqola Şitazinê ber bi Geverê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve di navbera Gundên Rezkê û Mêrgana bi ser Geliyê Doskiye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û wesayiteke jamerê jî derbe xwariye. Piştî çalakiya gerîlayên me dijmin nekarî pêş de biçe û naçar maye paş de vekişe. Piştî paş de vekişandinê jî ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî çiyayê Çarçelayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Di 9’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00’-22.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Konserve, Girê Koordîne û derdora Ava Hecîbegê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “