Leşkerên rejîma Sûriyeyê xwest bikeve bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê yê ku rêveberiya wê di destê Kurdan de ye. Hêzên Asayîşê yên girêdayî Desteya Bilind a Kurdan hemû rêyên bajêr girtin.
Leşkerên rejîma Sûriyeyê îro, bi hinceta “wesayîtên wan hatine desteserkirin” xwestin bikevin bajarê Amûdê. Hêzên Asayîşê yên girêdayî Desteya Bilind a Kurdan (DBK) hemû rêyên bajrê girtin. Hate ragihandin ku heta niha tu pevçûnek neqewimiye.
Piştî bûyerên ji adara 2011 ve li Sûriyeyê dest pê kirin, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê meclîsên xwe ava kirin, dibistanên Kurdî vekirin, komîteyên parastinê hatin avakirin, navê gund, navçe û bajaran careke din kirin Kurdî.
Gelê Kurd di 19’ê tîrmehê de rêveberiya Kobaniyê, di 20’ê tîrmehê de rêveberiya Efrîn û Cindirisê xistin. Kurdan di 21’ê tîrmehê de Dêrka Hemko dest danîn ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêveberî xistin destê xwe û di êvara 21’ê de jî, rêveberiya Amûdê bi dest xistibûn.
Di heman demê de ji bo parastina gelê Rojavayê Kurdistanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avakirin, di 24’ê Tebaxê de Desteya Bilind a Kurdan hat avakirin.