Leşkerekî Tirk leşkerekî Kurd kuşt!

Leşkerekî Tirk leşkerekî Kurd kuşt!

Li bajaroka Ewîna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê leşkerê Kurd yê ji navçeya Xoresanê ya Erziromê Kadîr Katran ji aliyê leşkerê Tirk yê ji Bûrsayê ve hate qetilkirin.

Şevê din li bajaroka Ewêna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê di demjimêr 22.00'an de ji Qereqola Ewînayê dengê çekan bilind bû. Welatiyên li qehweya nêzî qereqolê ji ber dengê çekan reviyan nava qehweyê. Li 3 qulîbeyên leşkeran nobet lê digirtin ên li hemberî qehweyê dengê çekan hatin. Bi dengê çekan leşkerekî bi kurdî got "ax yadê" û qêriya. Welatiyên malên wan nêzî qereqolê û welatiyên li qehweya li ber qereqolê diyar kirin ku wan bûyer dîtin û dengê 7 çekan ji qulîbeyên leşkeran hatin. Piştî bûyerê gelek ambulans û panzer sewqî qereqolê hatin kirin. Serdozgerê Komarê yê Stewrê jî hate cihê bûyerê û hate hînbûn ku, leşkerek hatiye kuştin. Cenazeyê leşker bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Stewrê.

DI SERÊ WÎ DE 7 GULEYÊN G3 DERKETIN

Hate zanîn ku, leşkerê hatiye qetilkirin ji navçeya Xoresanê ya Erziromê ye. Rayedarên leşkaran diyar kirin ku, bûyer xwekujiye lê şahidên bûyerê û xebatkarên nexweşxaneyê diyar kirin ku, bûyer xwekujî nîne, înfaze. Di serê Katran de 7 guleyên G3 hati dîtin û karên otopsiyê hêj bi dawî nebûne.

LEŞKERÊ TIRK YÊ JI BÛRSAYÊ LEŞKERÊ KURD KUŞT

Têkildarî bûyerê serê sibê hinek îdîayên din derketin holê. Şahidên bûyerê û hinek leşkeran kuştina Katran piştrast kir û diyar kirin ku, Katran ji aliyê leşkerê ji Bûrsayê ve hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û lêpirsîn berdewam dike.