Leşkerên artêşa Tirk yên ber bi Çiyayê Katoyê Marînûsan yê li Zozanên Laleşînê ser bi navçeya Elkê operasyon dayîn destpêkirin, nekarîn bikevin Çiyayê Kato.
Leşkerên artêşa Tirk yên ber bi Çiyayê Katoyê Marînûsan yê li Zozanên Laleşîna ser bi navçeya Elkê ve derketibûn operasyonê, ji ber sedema pevçûnên dijwar nekarin pêşdetir biçin. Leşkerên li dijî Çiyayê Kato operasyon dayîn destpêkirin ji ber ku nekarîn bikevin çiyayê Katoyê ji navenda navçeyê derneketin. Leşkerên ku ber bi Zozanên Laleşînê derketin rê, nekarîn bikevin Çiyayê Katoyê. Helîkopterên kobra jî herêma çiyayî bombebaran dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, xwestine cerdevanên li navenda navçeyê jî derxînin operasyonê, lê belê hate hînbûn ku cerdevana jêre gotin, “Em dernakevin operasyona”. Li herêmê tevgera leşkerî û pevçûn didomin.