Piştî pevçûnên li navçeya Elka Şirnexê heyeta BDP’ê ku xwest biçin navçeyê li cihê bûyerê hûrkolînan bikin, destûr nedan bikevin navçeyê.
Li Şirnexê li gel rêxistinên BDP’ê yên bajar û navçeyê, şaredarên herêmê piştî pevçûnê ku xwestin biçin navçeya Elkê lê ji aliyê polîsan ve hatibûn asteng kirin. Heyeta BDP’ê ya bi hinceta rageşî heye destûr nedan bikevin navçeyê, ji aliyê Tabûra Millî ya Gundikê Melê ve hatin rawestandin. Li vir heyeta BDP’ê ji bo bikevin navçeyê gelek hewildan kirin, lê belê destûr nedan bikevin Elkê. Li ser vê yekê heyeta BDP’ê dîsan vegeriya Şirnexê.