Leşker bombebaran dike û daristana dişewitîne

Leşker bombebaran dike û daristana dişewitîne

Şewata daristanê ya li Çiyayê Bîler ya ku di encama gulebarana Qereqola Cendirmeyan ya Hezroyê ve destpê kir berdewam dike û hate ragihandin ku, gelek baxçeyên welatiyan di şewatê de şewitîn.

Hate îdîakirin ku, ji ber bombebarana û guleberana Qereqola Cendirmeyan ya Hezroyê li Çiyayê Bîlerê şewata daristanê destpê kir. Ji ber şewata daristanê baxçeyên gelek welatiyan jî şewitîn. Hate zanîn ku, welatiyên xwestin mudaxeleyê li şewatê bikin rastî astengiya leşkeran hatin. Hate ragihandin ku, şewata şevê din destpê kir hêj berdewam dike.