Kurdan Pêngava 15’ê Tebaxê li Berlînê pîroz kir

Kurdan Pêngava 15’ê Tebaxê li Berlînê pîroz kir

Pêngava 15’ê Tebaxê ku di têkoşîna azadiya Kurdan de weke Cejna Vejînê dê binavkirin li paytexta Almanya Berlînê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiya girseyî ya bi coşek mezin pêk hat de girîngiya 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd hate destnîşankirin.

Şahî roja yekşemê li Navenda Çandê ya Mezoptanya-Alman a li Berlînê pêk hat hat. Tevî Kurdan dostên Kurdan jî beşdarî şahiyê bûn. Şahiya ji aliyê Meclîsa Gel ê Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin de, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Serokê Meclîsa Gel Abdullah Aydin axivî û bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê ji bo hebûna gelê Kurd. Aydin destnîşan kir ku berê Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd tune dihat hesibandin û diyar kir ku 15’ê Tebaxê ruh daye gelê Kurd.

Piştî nîşandan sînevîzyonê, ji Însîsiaytîfa ji Ocalan re Azadî, Dela Rûbar axivî û bang li her kesê kir ku piştgiriyê bidin xebatên înîsiyatîfê. Şahî bi Koroya Gelê Kurd a Berlînê û Hozan Aydin berdewam kir.