Kurdan di 9’ê Cotmehê de ji Ocalan re azadî xwest

Kurdan di 9’ê Cotmehê de ji Ocalan re azadî xwest

Bi boneya şermezarkirina salvegera 14’emîn a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li dehan bajar û navçeyan çalakî hatin lidarxistin û ji Ocalan re azadî hate xwestin. Gelek cihan polîsan êrîşê gel kir û pevçûn qewimîn. Her wiha li seranserê bajarên Bakûrê Kurdistanê derabe nehatin vekirin, dibistan hatin boykotkirin.

AMED: Bi sedan welatiyên ku li ber mala Gel a Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn, ji bo salvegera komploya navneteweyî 9'ê Cotmehê ku roja ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket şermezar bikin, meşek pêk anîn. Koma ku heta çariyanê meşiyan bê navber sloganên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" "Biji serok Apo" berz kirin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî di nav de bi sedan kes tev li meşê bûn. Tûglûk, piştî meşê daxuyan da û diyar kir ku komplo di şexsê Ocalan de li hemberî gelê kurd û Rojhilata Navîn pêk hatiye û wiha got: "Ev komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de li hemberî mafê gelan ê demokratîk û azadiyê pêk hatiye. Gelê kurd bi berxwedana mezin komplo pûç kir. Birêz Ocalan bi komploya navneteweyî ku mînaka wê tune hate girtin û şandin girtîgehê. 14 sal in bi tena serê xwe li Îmraliyê di bin tecrîd û îşkenceyê de ye. Em wekî gelê kurd vê komploya navneteweyî şermezar dikin."

Tûglûk, anî ziman ku bi vê komployê xwestin gelê kurd û vîna gelê kurd rehîn bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Hêzên navneteweyî û AKP baş zanibe ku Birêz Ocalan vîna gelê kurd e. Tu hêz nikare gel û vê hêzê ji hev biqetîne." Piştî axaftinê bi sedan kesan li kolana Goçmenleran a taxa fatîhê barîkat danîn û rê li trafîkê girtin. Komê li vir jî dirûşmeyên "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî serok Apo" berz kirin.

SÛR: Navenda Çandê ya Dîcle Firatê jî bi heman armancê li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniy3e. Di daxuyaniyê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, rêveberên BDP'ê û xebatkarên Dîcle-Firatê amade bûn. Komê di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi ser we de hilweşînin" û "Bimre 9'ê Cotmehê berz kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sûrê û Hevseroka BDP'a Amedê li vir daxuyani dan û 9'ê Cotmehê şermezar kirin.

PEYAS: Li navçeya Peyasê jî Rêxistina BDP'ê ya Peyasa Amedê bi heman armancê çalakî pêk anîn. Girseya ku xwest heta Parka Ahmed Arif bimeşin. Girseya ku rastî astengiya polîsan hat dirûşmeya "Bijî serok Apo", "Bimre 9'ê Cotmehê", "Zext me bêzar nakin" berz kir. Serokê BDP'a Peyasê Erkan Erenci, Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag û gelek welatiyên din amade bûn. Dema girseyê daxuyanî da polîsan bi TOMA derdora girseyê pêça. Serokê BDP'a Peyasê Erkan Erenci, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 salin di bin tecrida giran de ye û komplo şermezak kir.

YENÎŞEHÎR: Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî Rêxistina BDP'ê ya Yenîşehirê bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Piştî girseyê daxuyanî da polîsan mudaxaleyî girseyê kir. Girseya ku li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad li hev kom bûn, li gel endam û rêveberên BDP'ê û Şaredarê Yenişehirê Selîm Kurbanoglu heta Çariyana Şehitlikê meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" berz kir. Girseyê di meşê de pankarta "Biratî û aşitiya gele Kurd u Tirk bi azadiya Rebêr Apo ye" vekir. Girseyê piştî daxuyanî da polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv da polîsan.

CIWANAN RÊ LI TRAFÎKÊ GIRTIN

ÇERMÎK: Rêxistina BDP'ê ya Erxeniyê jî bi heman armancê li ber avhahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê BDP'a Erxeniyê Mehmet Yergin, Şaredarê Erxeniyê Fesih Yalçin endam û rêveberên BDP'ê jî amed bûn. Girse pişti daxuyaniyê meş pêk ani û dirûşmeyên "Bê serok jîyan nabe" berz kir. Piştî polîs hatin cihê bûyerê û mudaxaleyî grisê kir d navbera polîs û komê de pevçûn derket. Komê pişt re rêya Çermikê li trafîkê girtin

QOSER: Rêxistina BDP'ê ya Qoser û Dêrikê jî bi heman armancê meş pêk anîn. Li Qoserê komê xwest heta Goristana Çeçenê meşê pêk binin. Girsa ku heta Qada Azadiyê meşiya li vir daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên BDP'ê, Şaredariyê MEYADER, KURDÝ-DER û gelek welatiyên din tev li çalakiyê bûn. Komê piştî daxuyanîyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.

DÊRIKA ÇIIYAYÊ MAZÎ: Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe çalakî pêk anin. Koma li ber avahiya BDP'ê kom bûn potê reş bi avahiyê dirin u daxuyanî dan. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn sloganên "Bê serok jiyan nabe", "Bimire 9'ê Cotmehê" û "Bijî serok Apo" bars kirin.

Komê pişî meş pêk anîn û çalakiya rûniştinê ya 5 deqîyan pêk anî belav bûn.

SÊRT: Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê bi armanca salvegera 14'emîn a komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Berî daxuyaniyê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, MEYADER, TUHAD-DER, NÇM, ÎHD û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Dayîkên Aştiyê pankrata "Tecrîd na azadî, şer ne muzakere" vekirin. Rêveberê BDP'ê yê bajar Remzî Ayhan, daxuyand û diyar kir ew "komloyê" şermezar dikin û hikûmeta AKP'ê bi çar destan xwe bi "komploya 9'ê cotmehê" ve girêdaye.

ÊLIH: Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê xwest ku meşekê li dar bixe lê meş hate astenkirin. Bi sedan welatiyên li ber Şaredariyê hatin cem hev dest bi meşê kirin. Piştî polîsan pêşiya girseyê girt di navbera girse û polîsan de rageşî derket û girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Pîştî girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li çalakiyê kir. Girseyê ji bi bombeyên deng, fîşekên hewayî û keviran bersiva polîsan da. Pevçûn li navenda bajar belav bûn.

KOCAELÎ: Rêxistina BDP'ê ya Kocaeliyê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî civînê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kocaeliyê Mehmet Alçinkaya daxuyanî xwend û diyar kir ku 9'ê cotmehê mudaxeleya bêhiquqî ya li dijî meşa azadiyê ya gelên Rojhailata Navîn e.

ÎZMÎR: Xwendekarên endamên DYG'ê jî bi heman armancê li ser ber Zanîngeha Egeyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên "Gelê kurd komloya navneteweyî dê vala derbixe" û "Azadiya Ocalan azadiya me ye" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de slogana "Bijî serok Apo" hate berzkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêvajoya bi 9'ê cotmeha 1998'an de pê kir û bi 15'ê sibata 1999'an berdewam kir weke pergalekê hatiye bidestgirtin û hêj jî berdewam dike.

Di daxuyaniyê de axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî 9'ê cotmehê de kirî hate guhdarkirin.

AYDIN: Rêxistina BDP'ê ya Aydinê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Aydinê Osman Dagtekîn daxuyanî xwende û anî ziman ku ew 9'ê cotmehê şermezar dikin.

WAN: Rêxistina BDP'ê ya Wanê ji bi heman armancê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Girseya di nav de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Dayîkên Aştiyê, Hewildana 78'an, TUYAD-DER û bi sedan welatî li ber konê Rêxistina BDP'ê yê Wanê hatin cem hev û heta Kolana Hunerê meşiyan. Di meşê de pankratên "Bila girtiyên siyasî ji mirinê re neyên terk kirin" û "Em komploya navneteweyî ya 9'ê cotmehê şermezar dikin û Em azadiya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin" hatin vekirin û dowîzên "Em komloya 9'ê cotmehê şermezar dikin", "Azadiya te azadiya me ye", "An azadi an azadi", "Em Roja li Îmraliyê silav dikin" û "Em girtiyên di gireva birçîbûnê de silav dikin" hatin hilgiritn û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê li ser navê girseyê Hevseroka TUYAD-DER'a Wanê Fîlîz Arslan, daxuyanî xwend û azadiya Ocalan xwest. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nezmî Gur jî wiha got: "Heta daxwaza bi mîlyonan kurdan neyê dîtin pirsgirêka kurd çareser nabe."

ERDÎŞ: Rêxistina BDP'ê ya Erdîşê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên TUYAD-DER, KURDÎ-DER'ê û gelek welatî tevlî daxuyaniya li ber avahiya BDP'ê hate dayîn bûn. Rêveberê TUYAD-DER'ê Fevzî Can, daxuyanî xwned û anî ziman ku ew 9'ê cotmehê şermezar dikin û wiha got: "Em bi salanin dibêjin muhatabê pirsgirêka kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Hun me bi îdîaya 'endamê rêxistinê' digirin. Niha serokwezîr Erdogan dibêje pêvîst be em dê bi Îmraliyê û Qendîlê re hevdîtinan bikin."

BEDLÎS: Rêxistina BDP'ê ya Norşînê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Girseya li ber avahiya BDP'ê hate cem hev heta Parqa Şaredariyê meşiyan. Di meşê de pankarta "Em komploya 9'ê cotmehê şermezar dikin, şer na muzakere, mirin na çareserî" hate vekirin û sloganên “Ji Ocalan re azadî" û "Ji tecrîdê re na" hatin berzkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban di daxuyanî de xwend û anî ziman ku 440 rojin tecrîdekî giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Em bang hikûmeta AKP'ê dikin ku tecrîdê bi dawî bike û daxwaza girtiyên dest bi çalakiya girçîbûnê kirin bi cih bîne." Pişt re Serokê Rêxistina BDP'ê yê Norşînê Hakan Tadik daxuyanî xwend û 9'ê cotmehê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin şermezar kir.

MÛŞ: Rêxistina BDP'ê ya Mûşê jiî bi heman armancê meş li dar xist. Şaredar, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa giştî, TUHAD-DER û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşa heta ber Şaredariya Mûşê berdewam kir de girseyê sloganên "Bijî Serok Apo”", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin, Ocalan rûmeta me ye" hatin berzkirin û pankrata "Em 9'ê cotmehê şermezar dikin" vekirin. Serokê TUHAD-DER'a Mûşê Giyasettîn Kirtan daxuyanî xwend û wiha got: "Bi şexsê Birêz Ocalan xwestin gelê kurd dîl bigirin. Gelê kurd ev lîstika qirêj şermezar kir. Li hemberî dîlgirtinê gelê kurd daxwaza azadiyê kir." Kirtan, bal kişand ser gireva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kir.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.