Konê şînê yê Yalçin bi girseyî tê ziyaretkirin

Konê şînê yê Yalçin bi girseyî tê ziyaretkirin

Konê şînê yê ji bo Mehmet Yalçin yê ku li ber Edliyeya Qoserê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da bi girseyî tê ziyaretkirin.

Konê şînê yê Mehmet Yalçin yê ku di 1'ê tebaxê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir bi girseyî tê ziyaret kirin. Hevseroka BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, Wekîlê Serokê Rêxisitna BDP'ê yê Mêrdînê Şaban Karakaş, Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, Nûnertiya MEYA-DER'ê ya Mêrdîn û Qoserê, nûnertiyên MADAY-DER'ê yên Mêrdîn û Qoserê û gelek welatiyên din konê şînê ziyaret kirin. Girseya li Qada Azadiyê ya Qoserê hate cem hev heta konê şînê meşiya. Di meşê de sloganên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan na be" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin.

Girse li ber konê şînê bi sloganan û posterên Mehmet Yalçin hate pêşwazîkirin. Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Zeyyat Agaoglu diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê tehemuliyê nîşanî şîna kurdan jî nade û bertek nîşanî polîsên bi girseyê re heta ber konê şînê meşiyan da.

Nunerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Fettah Tekin jî diyar kir ku, gelê Kurd li hemberî zext û zordariyan tu caran gav paşve neavêtin. Tekîn anî ziman ku, yekîtî û azadiya gelê Kurd bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dê pêk bên. Piştî axaftinan girseyê sersaxî li malbatê dan.